CHP li Stenbolê Dest bi Xebatên Hilbijartinê Dike

Partîya Gel ya Komarî (CHP) li Navenda Kongreyê ya Halîçê bernameya berbijarîya Stenbolê li dar xist.

Serokê CHP’ê Ozgur Ozel, rêberên CHP’ê yên li jimareke bajaran beşdarî li bernameyê kirin.

Di bernameyê de slogana nû ya hilbijartinê ya Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu wek ‘’pêşveçûn jibo xizmetên li Stenbolê’’ hat ragihandin.

Serokê CHP’ê yê Stenbolê Ozgur Çelîk di axaftina xwe de dîyar kir ku tevî hemî astengîyan jî Îmamoglu xebatên xwe domandine û bajar ji berê kesktir kiriye.

Çelîk got ku Îmamoglu hemî qadên çandî diparêze û dîyar kir ku ewê derî bi derî bigerin û xebatên xwe ji herkesî re bibêjin.

‘’Emê xebatên xwe yên jibo 16 mîlyon Stenbolîyan bidomînin. Em çîmentoya vî welatî ne. CHP dike ku hemî bawerî û hemî nasnamayên etnîk bi awayekî ewle bijîn.’’

Wî dîyar kir ku ewê bi kadroyeke 100,000 kesî li Stenbolû jinûve bi ser kevin.

Serokê CHP’ê Ozgur Ozel jî dîyar kir ku Stenbol pir girîng e û got kut ew dizanin ku ewê Îmamoglu 5 salên din bajarvanîya Stenbolê bike.

‘’16 mîlyon Stenbolî dizanin ku çi diqewime. Li vir du malbatên mezin hene. Yek CHP ye û yek jî malbata Bajarvanîya Stenbolê ye ku xizmetên mezin dike’’

Wî got ku ewê xwedî li bajarên xwe derkevin û dîyar kir ku ewê nehêlin ku komên berjewendîyan bajaran bi dest xwe xin.

Bajarvanê Stenbolê Îmamoglu jî dîyar kir ku ewê li bajêr careke din bi ser kevin û xizmetên xwe bidomînin.

‘’Me xizmet kir, tecrûbeyên me hene. Astengî derxistin pêş me, lê me ew derbaz kirin û em bûn hoste. Em êdî dizanin ku emê çawa çêtir bi ser kevin.’’

Wî got ku rêvebirîya berî wî ji xizmetan dûr ketiye lê wan jinûve bajar geş kiriye.

Îmamoglu dîyar kir ku ew bawer dike ku ewê her tişt hîn xweştir bibe û got ku ewê bê ku bisekinin pêşve herin.

Jêder: Arti Gerçek