Sîyasetvanê CHP'ê Û Muharrem Înce Danûstandinên Lihevkirinê Dikin

Sîyasetvanê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Fîkrî Saglar ragihand ku wî di 3’yê Nîsanê de li Navenda Giştî ya Partîya Memleketê bi serokê wê partîyê Muharrem Înce re danûstandin kiriye.

Saglar, ji Twitterê ragihand ku berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu hay ji hevdîtinê hebûye.

‘’Di hevdîtinê de, birêz Înce dîyar kir ku ew jiber rêza jibo endamên partîyên wî û 113 hezar hilbijêrên jibo berbijarîya wî ya serokomarîyê îmza dane, ew nikare ji berbijarîyê vekişe’’ Saglar got.

Wî dîyar kir ku wî, Kiliçdaroglu ser rewşa nelihevkirinê agahdar kiriye.

Saglar got ku ew jiber helwesta lihevkirinê ya Kiliçdaroglu û nezaketa Înce spasîya her du serokan dike.

Di hilbijartina serokomarîyê de, xêncî Înce û Kiliçdaroglu, yek Recep Tayyîp Erdogan û yek jî Sînan Ogan, du berbijarên din hene.

Jêder: Twitter