Cîgirê Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Muharrem Erkek ser pêdaçûnên jibo encamên hilbijartinê preskonferansek li dar xist.
Erkek got ku wan jibo hilbijartinên 14’ê Gulanê di hilbijartinên serokomarîyê de li 2,269 sindoqan û di hilbijartinên parlamanteran de jî li 4,825 sindoqan agahîyên şaş dîtine.
‘’Jibo serokomarîyê me di 2,269 sindoqan de reqemên cihê dîtin. Ew hejmar dibe ku li hêla 4 berbijaran bin jî dibe ku dijî wan. Xêncî wan em li yên dijî berbijarê me birêz Kemal Kiliçdaroglu jî dinêrin.’’
Wî dîyar kir ku wan jibo hilbijartinên serokomarîyê daxwaza pêdaçûnê roja Duşemê kiriye.
Li gor ragihandina Erkek, daxwaza pêdaçûnê ya jibo hilbijartinên parlamanterîyê jî do Sêşemê hatiye kirin.
Erkek dîyar kir ku 9,332,698 hilbijêran vîna xwe nîşan nedaye ku ew yan neçûne ser sindoqan yan jî dengên betalkirî dane.
Tirkîyê dê jibo gera duyê ya hilbijartinan di 28’ê Gulanê de her ser sindoqan.
Rêvebirê CHP’ê dîyar kir ku hilbijartina 28’ê Gulanê hêsan e û ewê dengên xwe bidin Kiliçdaroglu û li şûna rejîma şexsekî, demokrasîyê bixwazin.
Jêder: Twitter, CHP