CHP Dibêje Ewê jibo Serketina Gera Duyê Hemî Tiştên Pêdivî Bike

Berdevkê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Faîk Oztrak got ku ewê di gera duyê ya hilbijartina serokomarîyê de hemî tiştên pêkn bikin ku serketî bin.

Oztrak dîyar kir ku di hilbijartinê de xuya bû Erdogan ji gel nikarî bawerî bigire, lê ewê di gera duduyan de serfiraz bin.

"Emê bi ser kevin. Demokrasî wê serketî be, Tirkîye wê serketê be. Di 15 rojên pêş me de jibo em heq, hiqûq û dadmendîyê bînin vî welatî çi ji dest me were emê bikin. Vîna gel di ser her tiştî re ye û di gera duyê de Hevpeymanîya Netew wê bi ser keve."

Hevpeymanîya Netew di hilbijartina serokomarîyê de hember desthilata Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştgirî da Kemal Kiliçdaroglu.

Agahîyên Ajansa Anadolu ya dewletê ragihandibû ku Erdogan 49,50 ji sedê dengan û Kiliçdaroglu jî 44 ji sedê dengan sitandiye.

Berbijarê Hevpeymanîya Ata Sînan Ogan 5,17 ji sedê dengan kom kiriye.

Berbijarê Partîya Memleket Muharrem Înce, ku ji hilbijartinê vekişî, 0,44 ji sedê dengan sitandiye.

Jêder: CHP, Ajansa Anadolu