CHP li Wanê li Hember Girtina Ahmet Ozel Xwepêşandanekê Encam Dide

xwepêşandan CHP li Wanê

Rêxistina Partîya Komarî a Gel (CHP) ya Wanê, bi xwepêşandanekê bertek nîşanî tayînkirina qayumê ya ser Bajarvanîya Esenyurta Sitanbolê dan.

Roja Çarşemê bi bîryara Serdozgerîya Komarî a Sitanbolê, Bajarvanê Esenyurtê Ahmet Ozer bi îdiaya "endamtîya rêxistina terorî" hatibû desteser kirin û pişt re jî, ji alîyê dadgehê ve hatibû zîndan kirin.

Wezareta Karê Navxweyî bi sedema bîryara girtinê ya derheqê Ozer de, li şûna wî Cîhgirê Walîyê Sitanbolê Can Aksoy wek qayum tayînî ser Bajarvanîya Esenyurtê kir.

Serokê Rêxistina CHP yê Bajarokê Rêya Armuşa Wanê Omer Dogan, ku beşdarî xwepêşandanê bûbû, bal kişand ser îdîanameya derheqê Ozer de got ku hemî hevdîtinên li gel xizmên wî wek suç hatine dîtin.


"Ya rastî min li îdîanamê nêrî û tiştê ku bibe sedema van tawanan tune. Li kolanê silav dayîna rûniştvanan, sersaxî dayîna xizmên xwe û çûyîna sersaxîyan bo Ozer wek suç hatine dîtin."

Vê jî bixwîne: Girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer Çawa Tê Nirxandin?

Li gor îdîanameya dozgerîyê, wan 10 salan Ozer şopandîye û Ozel 14 caran li gel Hevserokê Kongre Gel Remzî Kartal pêwendî dana û di girtekên hevdîtinên li gel Rêberê Partîya Karkerê Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan de jî navê wî derbaz bûye.

Lê Dogan dibêje ku ger ku tespîtên wan yên divî warî de hebîn û ev suç be, çîma berya hilbijartinê 31’ê Adarê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê (YSK) destûrname da Ozel ku ew bikare bikeve hilbijartinê?

"Piştî ku ew hat hilbijartinê, girtina wî, li şûna wî tayînkirina qayum û batalkirina meclîsa bajarvanîyê der hiqûqê, dijî mafê mirovan û dijî mafê hilbijartinê ye. Em hêvî dikin di demek nêz de desthilat, ji vê bîryara şaş vegere û hiqûq cîhê xwe bigire."

Serokê Giştî yê CHPê ÖZGÜR ÖZEL


Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgul Ozel li ser dîyarkirina kayum gotibû ku ev demek dirêj e, amadekarîya tayînkirina kayum dikirin. Ozel dibêje ku hê bajarvanê wan Ozer nehatî girtin li şûna wî qayum dîyar kiribûn. Wî bang li serokomarê Tirkîyê Recep Tayip Erdogan kir û got ku "jixwe kêr gihiştîye hestî, ger ku cesareta te hebe were em hilbijartinê pêş wext bikin."

Hevseroka Giştî ya Partîya Demokratîk a Gelan (DEM Partîyê) Tulay Hatimoglulari jî di mîtînga li hember tayînkirina qayum de gotibû ku em çî awayî tayînkirina qayum qebul nakin.

"Esenyurt bajarokê herî mezin yê Tirkîyê ye. Bi rastî jî Tirkîye pêdivîya wê bi aşitîyek navxweyî heye. We (desthilat) ji bajarvanîya Esenyurtê çî xast? Çima we, Ozel ji pêyvirê hilda?"

Hevseroka Giştî ya Partîya Demokratîk a Gelan (DEM Partîyê)Tülay Hatimoğulları

Bajarvanê Sitanbolê Ekrem Îmamoglu jî di heman mîtingê de gotibû ku daku desthilat di hilbijartinên pêşya me de serbikeve, hê nihade zext li gel dike.

"Ew di bin sîwana hiqûqê de van dikin, lê ew dê di bin van kirinên şermezarkirî de bimînin. Ew derewan û îftira wekî xwarinê dixwin."

Lê li ser navê desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Wezaretê Karê Navxweyî yê Alî Yerlîkaya gotibû ku “bi terorê re sîyaset nayê kirin, têkoşîn tê kirin” û bîryara dadgehê parastibû.

Raportorê Parlamana Ewrupa yê jibo Tirkîyê, Sanchez Amor jî bertek nîşanî tayînkirina kayuman da û banga givaşên ser Tirkîyê kir.

Şaredarê Stenbolê (CHP) Ekrem Îmamoglu


"Kesê ku wekî li Esenyurtê li şûna bajarvanê ku bi riya demokrasîyê hatî bijartin wekî qayum were ser kar divê li wî kesî li gor Qanûna Magnistsky ya Yekîtiya Ewropayê jiber binpêkirina mafên mirovan were ceza kirin. Ger ku bajarvan were guhartin jî divê meclîs wî bajarokî di nava xwe de kesekê bijêre." li ser hesaba xwe ya X got.

Hêjayî gotinê ye ku Ahmet Ozer di sala 1960’î de li Wanê hatiye dinê û beşa Felsefê a Zanîngeha Hacettepê xwandiye. Ew bi xebatên xwe ser sîyaseta Kurd zanyarek navdarê Tirkîyê ye. Wî heya niha 38 pirtûk û senaryoyek fîlmekê nivîsandiye.

Ew herî dawî di hilbijartinê 31’ê Adarê de wek ‘lihevhatina pêkateyên bajêr’ bûbû, ser navê CHP’ê û Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partîyê) bûbû berbijarê CHP yê Bajarvanîya Esenyurtê û bi 49 ji sedî deng wergirtibû û bûbû bajarvan.