Cara Yekê Ye Jineke Misilman li Amerîka Dikare Bibe Dadwera Federal

Serokê Amerîka Joe Biden Nusret Jahan Choudhury jibo dadwerîya federal wek berbijar destnîşan kir.
Heke, Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka ve were pejirandin, wê Choudhury bibe jina yekê ya Amerîkî ya misilman ku wekî dadwerek federal kar dike.
Choudhury hevdem jina yekê ya Amerîkî ya misilman e ku bo dadwerîya federal wek berbijar tê dîyar kirin.
Biden, Choudhury bo endamîya Dadgeha Herema Rojhilat ya New Yorkê ya Dadgeha Heremî ya Amerîka kir berbijar.
Ew di heman demê de Amerîkîya Bangladeşî yekê e ku bo kursîya federal tê berbijar kirin.
Qesra Sipî biryara Biden bi daxuyanîyeke ragihand û wiha got:
"Ev biryarana bi cih kirina soza Serok e , ya ku dadgehên neteweyî cihêrengîya ku yek ji mezintirîn hebûnên me yên wekî welat nîşan bide."

Choudhury niha li şaxa Illinois ya rexistina Yekîtîya Azadîyên Sivîl ya Amerîkî wek berpirsa hiqûnî kar dike.

Herwiha, ew berê jî wek cîgira rêvebirê Bernameya Dadweriya Nijadî ya Neteweyî (ACLU) xebitîye.

Choudhury Dibistana Hiqûqê ya Yale, Zanîngeha Columbia û Zanîngeha Princeton qedandîye.