Rojnameya Girîng ya Çînî: Ger Pyongyang Êrîş Bike, Divê Pekîn Bêalî Bimîne

Rojnameyeke dewleta Çînî îro îro Înê nivîsî ku ger Koreya Bakur êrîş bibe ser Amerîka, divê Çîn bêalî bimîne.

Pisporên herêmî nivîsa rojnameya bi bandor ya Çînî, wek hişyarîya ji Koreya Bakuer re dixwînin ku plana lêxistina girava Guyam ya Amerîkî li Pasîfîk dike.

Şîroveyên rojnamê di vê demê de tên ku Serokê Amerîka Donald Trump roja Pêncşemê gotibû ku daxuyanîyên wî yên pêştir li hember Koreya Bakur bi têra xwe ne tund bûn.

Çîn hevalbend û şîrika bazirganî ya herî girîng ya Koreya Bakur û gelek caran bang aramî li Washington û Pyongyangê kiriye.

Ew herwiha pir caran bêzarîya xwe li hember Amerîka û Koreya Başûr jî radigihîne ku hîndarîyên leşkerî li herêmê dikin û girjî û reqbûna heyî xirabtir dikin.