Medya Çînê Bi Tundî Bersiva Amerîka li Dor Bacên Gumrigê Dide

Çînê li ser medya xwe ya fermî bi tundî bersiva Amerîka da piştî serokê Amerîka Donald Trump got ewê bacên gumrigê li ser 50 milyar dolar ên kelûpelên Çînê bisepîne.

Derengî roja Înê Çînê got ew jî wê baca gumrigê bi rêjeya 25ê din ji sedî zêde bide ser 659 kelûpelên Amerîka, wek bersiva sepandina bacan ji aliyê Amerîka ve.

Li gor ajansa nûçeyan Xinhua, nerîna berpirsên welêt ewe ku “kesên aqilmend piran û yên ne aqilmend dîwaran ava dikin.” û di şerê bazirganiyê de wê Çîn berevaniya berjewendiyên xwe bike.

Di demekê de nakokî li dor danîna bacaên gumrigê di navbera Amerîka û Çînê de bilind dibin, hin şîrove û axaftinên berpirsên Çînê nîşan bi wê yekê didin ku ew hewl didin dereiyekî ji bo guftûgoyan vekirî bihêlin.