Çîn, Taywanê jiber Dirêjkirina Dema Leşkerîya Mecbûrî Rexne Dike

Hikûmeta Çînê îro Çarşemê jiber dirêjkirina dema leşkerîya mecbûrî Taywan rexne kir û got ku Taywan gelê xwe wek mertala ber êrîşan bi kar tîne.

Berdevkê Wezareta Derve yê Çînê, Wang Wenbin wek bersîva pirseke rojnamevanan got ku têkoşîna jibo cîhanîna yekbûna netewî bi awayekî behempa girîng e.

“Berevajî wê yekê, mirina jibo kiryarên cudaxwaz yên serxwebûna Taywanê jî ewqas vala ye. Em bawer dikin xuşk û birayên me yên Taywanî merivên bi prensîb in û ewê nehêlin ku cudaxwazên Taywanî wan mîna topên devê topavêjan bixebitînin,” Wang got.

Seroka Taywanê Tsai Ing-wen do Sêşemê ragihandibû ku wan dema leşkerîya mecbûrî ji 4 mehan rakiriye 12 mehan.

Ing-wen dîyar kir ew jiber gefên Çînê neçar mane ku biryareke wisa bidin.

Çîn, Taywanê wek axa xwe dibîne, lê Taywan dibêje ew welatekî serbixwe ye.

Di rojên borî de karbidestên Amerîkî û Ewrupî serdana Taywanê kiribûn û Çînê ser vê rewşa bi awayekî tund nerazîbûna xwe nîşan dabû.