Çîn û Yekîtîya Ewrupa Roja Pêncşemê li Pekînê Dicivin

Wezareta Derve ya Çînê îro Duşemê ragihand ku hilcivîna Çînê û Yekîtîya Ewrupa wê roja Pêncşemê li Pekînê li dar keve.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Wang Wenbin bi preskonferansekê dîyar kir ku rêberên her du alîyan wê di hilcivînê de ser berjewendîyên hevbeş û mijarên aborî danûstandinê bikin.

Wenbin dîyar kir ku Çîn û Ewrupa hevkar in, lê ne hevrikên hevdu ne û got ku berjewendîyên wan yên hevbeş ji cudahîyên wan zêdetir in.

‘’Emê jibo çareserkirina kêşeyan ser dîtina rêkên dîyalog û danûstandinê bikin’’

Wî got ku ewê bi karbidestên YE re ser pêşvebirina îstiqrara navneteweyî û têkbirina dijwarîyên cîhanî biaxifin.

Li gor ragihandina medyaya Çînê, li hilcivînê wê Serokê Çînê Xi Jinping, bi Serokê Konseya Ewrupa Charles Miche û Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen re bipeyîve.

Jêder: Reuters