Pirsgirêka girtîgehên Tirkîyê û rewşa girtîyan û taybetî jî girtîyên zarok di rojevê de cîhekî girîng digire.
Komela Hiqûqzanên jibo Azadîyê (OHD) bi navê “Gelo Girtîgeh Cîhê Zarokan In?” panelek li dar xist.
Parlamanter û hevberdevkê Komîsyona Zarokan ya HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, endamê Komîsyona Mafên Zarokan, Hasan Erdogan û endamê Komîsyana Mafê Mirovan ya Odeya Doktorên Enqerê (ATO) Dr. Ayşe Ugurlu beşdar bûn.
Erdogan ragihand ku derdestkirina zarokan li Tirkîyê zêdetir dibe û pêzanînên
Wezareta Dadê nîşan didin ku ji 2019’an vir ve jimareyên girtîyên zarokan pirtir bûne.
“Derheqa zarokên girtî de heta niha jî pêzanînên zelal tunene, lê di hin weşanên Wezareta Dadê de kêm be jî em vê yekê dibînin. Li gor lêkolînên baroyên me, di nav salekê de nêzî 15 yan jî 20 hezar zarok derdestbûnê û girtîgehan nas dikin.”
Kaçmaz jî di axaftina xwe de li ser serhildanên ku li Îranê didomin, sekinî û got ku li wê derê zarok jîyanên xwe ji dest dane.
Wî bal kişand ser operasyona Tirkîyê yê bakurê Sûrîyê û got ku di bin bonbebarandina balefirên Tirkîyê de li Rojava hatine kuştin.
Kaçmaz ji Dengê Amerîka re got ku li herêmên Kurdan zarok jiber peqîna mayînan an birîndar dibin an jî jîyanên xwe hinda dikin.
“Li Tirkîyê mafên zarokan ti car nayê parastin. Îro em dibînin ku li girtîgehên Tirkîyê piranîya zarokên zindankirî Kurd in. Divê girtîgehên zarokan werin rakirin. Li welatên pêşketî pir nimûne hene. Me ji Wezareta Dadê ser zarokên zindankirî hin pêzanîn girtin ku 397 zarokên navbera 0-6 salî bi dayikên xwe li zindanê dimînin.”
Kaçmaz bi berdewamî got ku hejmara zarokên ku temenên wan navbera 12-18 ne, 2706 kes in.
Your browser doesn’t support HTML5