Rûsya Êrîşa li Chhaplyne ya li Ukrayna Piştrast Dike

Stasyona trenê ya li bajarokê Chaplyne, piştî êrîşa mûşekî ya hêzên Rûsî, Ukrayna, 25,Tebax,2022ine War

Wezareta Berevanî ya ya Rûsya îro Pêncşemê ragihand ku piştrastkir ku hêzên wê êrîş birine ser stasyoneke trenê ya li bajarokê Chaplyne ya rojhilata Ukrayna.

Ukrayna demeke zûtir ya îro ragihandibû ku di êrîşa bi mûşekan ya Rûsya de 25 sivîlên ku li stasyona trenê bûn hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Wezareta Rûsî dîyar kir ku hêzên wê bi mûşekek Îskender li treneke leşkerî ya li stasyona Chaplyne xistiye, jiber ku ew tren wê bo şandina çekan bihatina kar anîn, ji hêzên Ukraynî yên li enîya şer ya li herêma rojhilata Donbasê re.

Wezareta Rûsî got ku di êrîşê de nêzî 200 leşkerên Ukraynî hatine kuştin.

Êrîşa Chaplyne û topbarankirina bajarokên enîyên şer, di nav de Kharkiv, Mykolaiv, Nikopol û Dnipro, piştî hişyariyên Serokê Ukrayna Vlodomyr Zelenskyy pêk hatin.

Zelenskyy roja Duşemê gotibû ku dibe ku Rûsya di salvegera 31’an ya serxwebûna Ukrayna roja Çarşemê de êrîşên tundtir pêk bîne.

24’ê Tebaxê hevdem dest nîşan dike ku ji destpêka dagirkerîya Rûsya ya li Ukrayna şeş meh derbaz bûye.