NY bi Yekdengî Biryara Vekolîna Karanîna Gaza Kîmyayî li Sûrîyê Dide

Hemwelatîyekî Sûrî jiber gaza klorîn tê derman krin

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî îro Înîyê bi yekdengî biryar da ku li ser karanîna gazên kîmyayî li Sûrîyê mekanîzmayeke hevbeş ya vekolînê ava bike.

Ew mekanîzmaya biryardayî wê nasnameyên wan kesan ronî bike ku ji êrîşên gaza klorîn û gazên din yên toksîk berpirs in.

Cara yekê ye ku Civata Ewlekarîyê gaveke wiha davêjê ku kesên paş êrîşên wiha li Sûrîyê ceza bike.

Di sala 2013’an de bîragiştî ya cîhanî ketibû şokeke mezin, dema bi sedan sîvîl bi gaza sarîn, li taxa Ghouta ya Şamê ya bin kontrola serhildayan, hatibûn kuştin.

Rejîma Serokê Sûrî Beşar Esad înkar kiribû ku wê ew êrîş pêk anî, lê dû re qayil bibû ku li gor rêkeftina Amerîka û Rûsî çekên xwe yên kîmyayî, bo tunekirinê radestî vekolêrên navnetewî bike.

Rêxistina Pêşîgirtina Çekên Kîmyayî (OPCW) dibêje, zanyarên wê piştrast in ku gaza klorîn ji alîyê rejîma Esad ve, bi awayekî sîtematîk wek çek hate xebitandin.