Cejna Çarşema Sor Pîroz Be

Îro Çarşema Sor e. Di çand û jîyana civata Êzîdîyan de Çarşema Sor xwedî cîhekî pir girîng e.

Li gor bawerîya ola Ezîdî cîhan di vê rojê de çêbûye û Tawusê Melek ji esmanê daketiye, hatiye erdê.

Di vê rojê de roj tîna xwe zêdetir dike, dar û ber, çol û çîya bi kulîlkan dixemilin.

Em jî cejna Çarşema Sor li Kurdên Êzîdî û li tevahîya Kurdan pîroz dikin û hêvî dikin ku her roja we wekî îro bi şahî û serfirazî be.

Kerem kin bi vê lînka jêrîn pîrozbahîya li Laleşa nûranî temaşe bikin:

https://www.facebook.com/EzidiPressDE/videos/vb.1545219229054519/1594765490766559/?type=2&theater