CFWIJ: Rojnamevanên Jin yên Kurd li Tirkîyê di 2023’an de Rastî Binpekirinên Girîng Hatine

Dîmenek jî preskonferansa sazîyên rojnamevanîyê, Amed, Tirkîye, 3 Gulan, 2024

Hevbendîya Jinên Nava Rojnamevanîyê (CFWIJ) dîyar dike ku 2023 jibo rojnamevanên jin de sala herî kujer bû û rexistin balê dikişîne zêdebûna xeterîyên ser rojnamevanîyê, bi taybet li herêmên pevçûnan û di bin rejîmên otorîter de.

CFWIJ ku bingeh li Amerîka ye,li 128 welatan rewşa zayend û medyayê dişopîne, û piştvanîya mafên rojnamevananên jin dike.

Rexistin dibeje ku zordestîya rejîmên otorîter ku li hundîr û derveyî sînorên xwe rojnamevanên jin bi rêkên taybet dikin armanc, di sala 2023’an de fîkarek mezin bû, bi taybet li welatên wek Rûsya, Îran, Çîn.

CFWIJ bal dikşîne ku rojnamevanên jin, di 2023’an de ji alîyê rejîmên otorîter û komên tunnrê ve, di asta navneteweyî de rastî gelek êrîş û binpekirin ûn mafan hatine. Yên wek hewlên kuştinê, desterkirin û girtinên dij qanûnî, sirgûnên armanckirî, darizandina bêamadebûn, gefxwarin, tirsandin, dizîna agahîyên wan (hackkirin), sansurkirin, redkirina bêbingeh ya kêfî ya raportên wan....

“Bûyerên zextên navneteweyî yên ser rojnamevanên jin têne kirin, meyleke piralî û metirsîdar nîşan dide. Rêbaza taktîkên cihêreng yên ku hatine bikar anîn, ji hewlên kuştinê bigire heya gef û xistina nav lîsteyên terorê, cîdîyeta tedbîrên ku jibo tepeserkirina rojnamevanên dijber hatine girtin, nîşan didin,” CFWIJ di raporta xwe ya 2023’an de got.

CFWIJ di raporta xwe de armanckirina rojnamevanên jin yên li Tirkîyê jî dîyar dike.

“Di 2023'an de jimara binpêkirinan daket 84'an, ku li gor 151 binpêkirinên di 2022'an de û 238 yên di 2021'an de, kêmbûneke berçav nîşan dide,” rexistinê got.
Lê, rexistin destnîşan dike ku ev kêmbûn her çend pêşveçûnek erênî be jî, girîngîya kêşeyên ku li Tirkîyê rojnamevanên jin rû bi rû dimînin, kêm nake.

“Jibo 2023’an, di nava binpêkirinên herî berbelav û girîng de, cûrbecûr beşên metirsîdar hene; ku desteserkirin bi ji sedî 34.5 di serî de cîh digire, li dû tacîza qanûnî (23,8%) û êrişên laşî (14,3%) tên, “ CFWIJ got.

CFWIJ herwiha eşkere dike ku li Tirkîyê, medya û rojnamevanên jibo civata Kurd ragihandinê dikin, bi sînordarkirin,zordarî, çewisandin û cudakarîyên dîrokî re rûbirû dimînin.

Rojnamevanên jin yên Kurd jî bi rêjeyeke balkêş rastî tacîz, desteserkirin, girtin û çewisandinan tên, CFWIJ destnîşan dike.

" Di 2023'an de jî ev armancgirtin berdewam kir, jinên rojnamevan yên Kurd bi awayekî nehiqûqî bi tawanên terorê, hatin destekirin û tewra hatin girtin," CFWIJ got.

Kiran Nazish, berpirsa CFWIJ ji Dengê Amerîka re ragihand ku rexistin bi domdarî binpêkirinên mafên rojnamevanên jin û rojnamevanên jin yên Kurd li Tirkîyê, tomar dikin.

"Em wek CFWIJ hema hema her hefta jibo rojnamevanên Kurd û Rojnamevanên jin yên Kurd bûyerên binpêkirinan dibihîzin, tomar dikin; çewisandin, destdirêjî, nebûna mûçeyên guncaw û yên din. Rojnamevanên jin yên Kurd ger ne her dem be jî, gelek caran rastî binpekirina zayendî tên. "

Nazish, ku hevdem profesora rojnamevanîyê, dîyar dike ku li Tirkîyê, şêwaza binpekirinên ku rojnamevanên Kurd rûbirû ne, pir tevlîhev, pir qatmanî, pir tund û pir alî ne.

"Ji aliyekî ve ew bi binpêkirinên ji dewletê, polîs û ya xirabtir yên li dadgehê, rûbirû dimînin - cîhek e ku parastina dadmendîyê ye. Lê, ew hevdem di nava pişesazîyê de jî rûbirûyê astengîyan, dijwarîyan e; ku pir caran bi derfetên pir kêm dixebitin û bi gelemperî ji eko-sîstema mezin ya rojnamevanîyê ya li welêt têne îzole kirin, " Nazish got.

Berpirsa CFWIJ herwiha dibêje ku gotarên siyasî yên Tirk û Kurd û parçebûna dîrokî jî ser rojnamevanên Kurd bandoreke neyînî dikin.

Nazish bi berdewamî dibêje ku, di gel hemû rewşa metirsîdar, rojnamêvan hr roj di navbera rojnamevanî û jiyana xwe de tercîhekê dikin, bi taybet yên wek Jin, Kurd, jin û Kurd û herwiha rojnamevanên ji civakên kemanî li welatên wek Tirkîyê.

Lê, ew dîyar dike ku jibo rawestîna van binpêkirinên ser van rojnamevanan gelek tişt hewce dikin.

"Jibo bi dehan rojnamevanên Kurd yên li girtîgehan biryarên azadkirinê werin dayîn. Hewcedarîya me ya parêzvanên xurttir heye. Divê ji dozgeran hesap werin pirsîn û jibo pirtir givaştin hewce dike ku salonên dadgehan, navendên polîsan ser azadîya rojnamevanîyê dadmend bin û rêzê li mafên rojnamevanan bigrên, " Nazish got.

Rêxistina Rojnamevanan Bê Sînor (RSF) îro Pencşemê raporta xwe salane ya Endeksa Azadîya Rojnamevanîyê ya Cîhanê ya 2024’an eşkere kir.

Li gor raporta RSF, di warê azadîya rojnamevanîyê di nav 180 welatan de Tirkîye di rêza 158’an de cîh girtîye, ku li gor sala borî 7 derece başbûnek nîşan dide. Lê, RSF dîyar dike ku ev yek nayê wateya ku Tirkîyê di warê azadîya rojnamevanîyê de pêş ketiye.

Di vê yekê de, di warê azadîya rojnamevanîyê daketina zêde ya hin welatên din bandor bû. Tirkîye îsal jî di kategorîya "pir giran yan pir metirsîdar" de cîh girt.

Herwiha 28 saziyên rojnamevanîyê yên navneteweyî îro bi sedama Roja Azadîya Rojnamevanîyê de, bi daxuyanîyêke hevpar bal kişandin ser binpekirînên dijî rojnamevanên Kurd yên li Tirkîyê, ku bi taybet daxwaza darizandina dadmendî û berdana yên girtî kirin.

Postera IPI ya bo serbestberdana rojnamevanên Kurd yên girtî

Li gor van rexistinan di 2023’an de 9 rojnamevanên Kurd heta heft mehan hatin zîndan kirin, dema ku 11 jî berîya hilbijartinên seroktî û parlemena Tirkîyê di Gulana 2023’an de hatine girtin.