Daxuyanîya Neteweyên Yekbûyî ya Ser Tevkujîyê

Neteweyên Yekgirtî roja bîrînana qurbaniyên jenosîdê, komkujîyê da hişyarî da û got ku ev tawan ewro jî wek metirsîyê dimîne.

Netewyên Yekgirtî bi vîdyoyekê bal kêşand ser dîmenên wêrankirin û tundûtîjîyê li Ruanda, Bosna –Hersek û Iraqê, welatên ku di ezmûna tirsa komkujîyê da derbas bûne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres got dîrok xwe dubare dike. Wî bang li xelkî kir ku hişyar bimînin û nîşanên pêşî yên komkujîyê têbigehin.

Wî got "Ewro em ji sala 1945an êreve rû bi rûyê hejmara herî zêde ya pevçûnên tund bûne " "Ew dirêjtir dom dikin û her ku diçe aloztir dibin. Bêcezakirin berfireh e, û mafên mirovan û serwerîya qanûnê bi rêkûpêk têne paşguh kirin.

Gotinên kîn û nefretê li ser nasnameyê, teşwîqkirin û cudakarî bi berdevamîbelav dibe û her ku diçe zêdetirbo kontrol û destkeftiyên siyasî têne bikar înan."

Serokê NY got ku ev nîşanên hişyariyê yên metirsîdar in ku divêt bilez gav bihên havêtin.

Pisporên Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên mafên mirovan gelek rapor derbarê binpêkirinên mezin amade kirine, ku gelek ji wan wek tawanên cengê û tawanên li dijî mirovahiyê li Sûriyê, Yemenê, Sûdana Başûr, Afganîstan û deverên din. Hinek rapor îdia dikin ku li Myanmar, Çîn û Etiyopyayê û hinek welatên din komkujî têtê kirin.

Serokê Ciwata Giştî ya 76emîn Abdulla Şahîd got ku NY berpirsiyar e ku xelkî ji komkujî, ramalîna etnîkî û tawanên li dijî mirovahiyê biparêze.