Blinken Berî Civîna Cenevreyê Hişyarî Da Rûsyayê

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken, berî danûstandinên Cenevreyê li ser bilindbûna alozîyên li Ukraynayê roja Yekşemê gotibû ku Rûsya neçar e di navbera dîyalog û rûbirûbûnê da yekê bijêre.

"Rêya dîyalog û dîplomasîyê heye ku hewl bidin hin ji van nakokîyan çareser bikin û ji rûbirûbûnê dûr bikevin. Rêya din rûbirûbûn e û encamên mezin ji bo Rûsyayê hene, heke ew dîsa êrîşê li Ukraynayayê bike. Em amade ne biceribînîn ka Serok Putin amade ye kîjan pêşnîyarê bijêre," Blinken di bernameya "State of the Union" ya CNN de got..

Hikûmeta Putin bi deh hezaran leşkerên xwe ser sînorê Rûsyayê yê digel Ukraynayê kom kiriye û Washington dikişîne nav pevçûnek mîna Şerê Sar.

Blinken hişyarî da ku her encamek erênî ya ji danûstandinan bi awayekî girêdayî dilxwazîya Rûsyayê ku dest ji helwesta xwe ya êrîşkar berde.

Dibe ku Rûsya bi encamên giran ên aborî û darayî re rûbirû bimîne. Herwiha NATO hema bêje neçar e ku helwesta xwe li nêzîkî Rûsyayê bi hêz bike û herwiha alîkarîyê bo Ukraynayê berdevam bike," Blinken ji kanala ABC re got.

Biden, di destpêka vê mehê de ji Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskyku re gotibû ku Washington û hevalbendên wê dê bi biryar bersîvdanê bidin, heke Rûsya jibo dagirkirinê bilive.