Dîplomatên Amerîkî û Rûs li Cenevreyê Civîyan

Dîplomatên payebilind yên Amerîkî û Rûsî ewro roja Duşemê li Cenevreyê dest bi danustandinên girîng kirin li ser bilindbûna alozîyan li Ukraynayê, di nav tirsa dagîrkirina Rûsî da ser cîranê wê yê alîgirê rojavayê.

Peyvdarekî Wezareta Derve ragihand ku Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê Wendy Sherman û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov di demjimêr 08:55ê sibehê da civîna xwe li konsolxaneya Amerîkî ya li Cenevreyê despê kirin.