Ukrayna Bang li Leşkerên Rûsî Dike ku Çekên Xwe Berdin

Wezîrê Beravanîyê Yê Ukraynayê, Oleksiy Reznikov

Wezîrê Berevanîyê yê Ukraynayê Oleksîy Reznîkov roja Înê bang li leşkerên Rûs kir ku çekên xwe deynin û soza "jîyan û ewlehiyê" da wan.

Reznikov di vîdeoyekê de bi zimanê Rûsî gote leşkerên Rûsî: "Hûn hêşta jî dikarin Rûsyayê ji karasatekê û artêşa Rûsyayê ji rûreşiyê rizgar bikin." "Em garantiya jiyan, ewlehî û dadmendîyê didin bo her kesê ku demûdest şerî red dikin. Û ji bo kesên ku fermanên tawanan dane jî garantîya dadgehê didin."