Di Lêhîya Eyaleta Kentucky de Hejmara Qurbanîyan Zêde Dibe

Karbidestên eyaleta Kentick ragihand ku di lehîya berdeam de herî kêm 15 kes hatine kuştin û rûniştvan bi neçarî hilkişîne ser banên xanîyan ku tîmên rizgarkirinê wan rizgar bikin.

Jiber baranên giran ku roja Pêncşemê li herêma çîyayê Appalachia derketine, avên bilindbûyî bûne sedema lehîyêm weranker.

Walîyê Kentucky Andy Beshear êvara Pêncşemê ser Twitterê ragihand ku hejmara kuştîyên eyaletê jiber lehîyê giheştiye 15 kesan.

"Ev lehî bûyereke wêranker e. Ez bawer dikim ku ew dê bibe yek ji lêhîyên herî girîng û kujer yên ku me li Kentucky dîtine bi kêmî ve di demek pir dirêj de," Beshear got.