Parlamentoya Îsraîlê Xwe Betal Dike, Hilbijartin di Mijdarê de Pêk Tê

Parlamenterên Îsraîlî roja Pêncşemê parlamento betal kirin, û rê vekirin bo hilbijartinên wî welatî yên pêncemîn di kêmtirî çar salan da, û Wezîrê Derve Yair Lapid dê nîvê şevê wek serokwezîrê hikûmeteke demkî dest bi kar bike.

Qanûna betalkirina parlementoyê ya ku bi 92 dengên erê derbas bû û çi dengên dijber nebûn, dawîya serowezîrîya Naftalî Bennett îna ya ku salek e berdewan dikir.

Hikumeta Naftali Bennetî ji koalîsyonek heşt partiyan pêk dihat ku yek ji wan partîyek Ereb bû û ew di dîroka Îsraîlê da cara yekem bû ku partîyek Ereb di koalîsyonê da cih digre.