Navenda Partiya Teqaddûm li Bexdayê Rastî Êrîşekê Hat

Di encama êrîşeke narincokê ser baregeha Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Halbûsî ya Partiya Teqaddûmli Bexdayê îro du zêrevan birîndar bûn.

Polîsan got di encama teqînê da der û pencereyên avahiyê jî zerer dîtine.

Çi kesî berpirsyarîya wê negirtîye ser xwe û ne Halbûsî ne jî hikûmeta Iraqê hêşta çi daxuyanî nedane derbarê wê bûyerê.

Bûyerek bi heman rengî piştî çend demjimêran navenda partiya Ezm ya sîyasetmedarekî din yê Misilmanê Sûnî Khamis al Khanjar li Bexdayê jî kir armanc lê zerera wê sivik bû polîsan got.

Berpirsiyarîya wê bûyera duyemîn jî kesî nedaye ser xwe.

Parlamentoya Iraqê, piştî hilbijartina 10ê Oktobrê ku melayê Şîa Moqtada al Sadr serkevtîyê herî mezin bû, Halbûsî bo cara duyem wek serokê parlementoyê roja Yekşemê hilbijartîbû.

Partiyên Şîa yên hevalbendên Îranê û rikeberên Moqtada al Sadr,

dijî hilbijartina Halbûsî derketîbûn.