Serokê Amerîka Joe Biden roja Pêncşemê got ku êrîşên esmanî û topan yên Amerîkî ku 4 çekdar li rojhilata Sûrîyê kuştine, fermana parastina hêzên Amerîkî ji êrîşên çekdarên bi piştgirîya Îranê bû.
Biden di daxuyanîya ku Kongreya Amerîkî ser çalakîyê de agahdar kir, got ku wî fermana êrîşên 23ê Tebaxê bi mebesta parastin û berevanîya ewlehîya hêzên Amerîkî û jibo rêgirtina Komara Îslamî ya Îranê û komên çekdarên ser Îranê ve ji pêkanîna anjî piştevanîya êrîşên zêdetir li ser hêz û navendên Amerîkî da.
Biden herwiha got ku êrîşên Amerîka ê, êrîşeke herî sengîn ya hêzên Amerîkî bû li herêmê di çend mehan da û bersîvek bû bo çend êrîşên rokêtan li ser navendên Amerîkî û hêzên hevkar li herêmê.
Biden got ku êrîşên tolhildanê, ku tê de helîkopterên êrîşkar Apache, AC-130 û topên M777 tê de bûn, navendeke ku ji alîyê êrîşkaran ve jibo rêxistin û cebilxane dihat xebitandin, kirin armanc.
Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM), ku çavdêrîya operasyonên Rojhilata Navîn dike, di daxuyanîyekê de got ku bi giştî 4 çekdar hatin kuştin û 7 roketavêj hatin rûxandin.
Tehranê îdiayên Amerîkayê red kirin ku ew li pişt êrîşên çekdaran e li ser hêzên Amerîkî li Sûrîyê ye.
Ew dibêje ku Pasdarên Şoreşa Îslamî li nav Sûrîyê wek "şêwirmendên leşkerî" ligel hêzên alîgirên rejîmê cîh digirin.