Biden: Wekhevî û Demokrasîya Amerîkî di Bin Êrîşê de Ne

Serokê Amerîka Joe Biden şeva Pêncşemê got ku wekhevî û demokrasî di bin êrîşan de ne. Wî bangî hemwelatîyên xwe kir ku jibo nirxên Amerîka tekoşînê bikin.

"Demeke dirêj e em piştrast bûn ku demokrasîya Amerîkî garantî ye. Lê ne wisa ye. Em hemû û her yek ji me divê berevanîya demokrasîyê bikin û wê biparêzin û li ber xwe bidin."

Ew axaftin çend meh berîya hilbijartinên mîdterm yên meha Mijdarê tê ku wê dîyar bike kîjan partî wê Kongresê kontrol bike.

Biden dirûşma kempeyna Trump ya sala 2016an "Emê Amerîka Dîsa Hêzdar Bikin" bi bîr xist û got ku di Partîya Komarî ya îro de Donald Trump û piştevanên wî serdest in û partîyê bi rê ve dibin û ew jî jibo Amerîka metirsî ye.

Biden, li salona ku 250 sal berê damezirînerên Amerîkayê Daxuyanîya Serxwebûnê û Qanûna Bingehîn ya Amerîkayê nivîsîbûn, axifî û wêneyek tarî ya dîtina dijberên xwe jibo Amerîka nîşan da û bal kişand ser demokrasîyê.

Rêberê Komarî yê Civata Nûneran Kevin McCarthy di redkirinekê de ku berî axaftinê hat pêşkêş kirin, Biden bi dubendiyê tawanbar kir û Demokratan bi zêdebûna hewalsan û giranîyê, tawan û lêçûnên hikûmetê tometbar kir.

"Joe Biden di du salên borî de li dijî nirxên Amerîkayê, li dijî gelê wê, li ser qanûnên wê, li ser nirxên wê yên herî pîroz êrîşek pêk anîye." Sîyaseta zarar daye nirxên Amerîkî, hêza Amerîka kêm kiriye,” McCarthy got.