Di Demên Dawî de Xortên Kurd yên ji Agirî Xwe Digihînin Amerîka

Di nava krîza enflasyonê û bilindbûna bihayan kelûpelan li Tirkîyê, xelkê li herêmên herî xizan yên rojhilatê welatî ji bo debara jîyana xwe zehmetîyan dikişînin.

Hejmarek zêde ji zelam pereyan didin qaçaxçîyan da ku wan bibin Amerîkayê, li wir ew hêvî dikin ku karên bi mûçe bilind û jîyanek çêtir peyda bikin. Gelek ji wan Kurd in, yên ku demeke dirêj e Enqerê bi cudakarîyê tawanbar dikin.

Qaçaxçî li bajarê Agirî ya li ser sînorê Îranê, ku yek ji herêmên herî xizan ên Tirkîyê ye, derbazî gundên çîyayî bûne.

Hêjmarek fermî nîn e, lê tê texmîn kirin ku bi deh hezaran di van salên dawî de ji Agri derketine û çûne Amerîka û Kanadayê.

Enflasyona salane li Tirkîyê di meha Nîsanê de gihişte %61ê, ku ev bilindtirîn 20 sal in, ji ber zêdebûna bihayên cîhanî û kêmkirina rêjeya faîzê ji alîyê hikûmeta Tirkîyê ve.

Buhayê kelûpelên xwarinê li Tirkîyê %70 bilind bûye û lêçûnên veguhestinê jî % 99 zêde bûye.