Artêşa Koreya Başûr îro Pêncşemê ragihand ku Koreya Bakur du mûşekên balîstîk yên kurtavêj ceribandin.
Artêşa Koreya Başûrî dîyar kir ku yek ji muşekan di demjimêrekê de dikare 420 kîlometre û ya din jî dora 270 kîlometre rêwîtî bike.
Artêşê da zanîn ku mûşekên îro ji istana Pyongan ya bakurê rojavayê Koreya Bakur hatine avêtin û cara duyê ya nav vê heftê ye ku Pyongyang ceribanndinên wiha dike.