Femandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk HSD'ê Mazlum Ebdî di hesaba xwe ya fermî ya platforma X'ê de peyamek derbarê civîna bi serok û berpirsên Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM)re weşand.
Ebdî got "Li vê dawiyê me hevdîtin bi Fermandarê Biryargeha Navendî CENTCOM'ê, General Michael Kurilla û Fermandarê Hêza Peywira Hevbeş a Operasyona Çareserkirina Xwecihî (CJTFOIR) General Kevin Lahey, û Fermandarê Hêza Peywira Operasyonên Taybet yên Hevbeş li Bîlad El-Şam (SOJTF-LEVANT) General Michael Brooks çêkir."
Mazlum Ebdî bê ku dema civînê eşkere bike behsa giringiya hevdîtina bi Generalên Amerîkî re kir û got "Civîn ji bo nirxandina rewşa niha ya Sûriyê û operasyonên hevbeş yên li dijî DAIŞ'ê girîng bû."
Ebdî got, "Me bal kişand ser girîngiya xebatên navneteweyî yên ji bo sererastkirina malbatên li kampa Holê û kontrolkirina girtîgehan. Her wiha me tekezî li ser giringiya bihêzkirina hevkarî û rola Amerîka di pêkanîna agirbesteke mayînde li bakurê rojhilatê Sûriyê û dabînkirina ewlehî û aramiyê li seranserî Sûriyê kir.
Ji hejî bîrxistinê ye ku doh CENTCOM'ê raginad û got Fermandarê Fermandeya Navendî ya Amerîkayê General Michael Eric Kurella çû Sûriyê da ku bi serkirde û leşkerên Amerîkî û herwiha Hêzên Sûriya Demokratîk, hevpeymanê Amerîka di şerê li dijî DAIŞ'ê de, bicive.
Di civînan de behsa şerê li dijî DAIŞ'ê û hewlên pêşîgirtina ji vejîna koma têrorîst li navçeyê û rewşa Sûriyê hat kirin.
Kurella serdana kampên Hol û Rojî li bakur-rojhilatê Sûriyê kir, ku du kampên ku zêdetirî 40,000 penaber lê dijîn, ku gelek ji wan girêdayî DAIŞ'ê ne.
Li kampan metirsiya afirandina nifşê nû yê DAIŞ'ê heye. Dîsa jî 9,000 çekdarên biyanî yên DAIŞê ji 50 welatên cuda hîn di bi dehan girtîgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Sûriyê girtî ne.
Jêder: Mazlum Abdi X/CENTCOM