Hêzên Fermandeya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) ê îro Şemiyê di platforma xwe ya Xê de ragihand ku wan di êrîşekê de fermandarekê payebilind yê rêxistina terorîst Hurras El-Dîn li Sûriyê kuştîye.
Daxyuanî dibêje, "Di 23ê Sibatê de, hêzên Fermandeya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) êrîşeke esmanî ya teqez li bakurê rojavayê Sûriyê pêk anî, û Mihemed Yûsif Ziya Talayî, serkirdeyê leşkerî yê payebilind ê koma têrorîst a Huras El-Dîn a girêdayî Qaîde kir armanc û ew kuştin."
CETCOM ê got, "Ev êrîşa esmanî beşek ji pabendbûna berdewam a CENTCOMê bû, ligel hevkarên me yên li herêmê, ji bo têkbirin û p[\ kirina hewildanên terorîstan yên ji bo plankirin, organîzekirin û pêkanîna êrîşan li dijî sivîl û endam;n leşkerê Amerîka, hevalbendên me, û hevkarên me li seranserê herêmê û derveyî wê."
Fermandarê CENTCOM'ê General Michael Corilla got, "Wek ku me berê jî gotibû, em ê bi awayekî bê rawestiyan li pey van terorîstan bigerin da ku ewlekariya welatê xwe, hevalbendên xwe û hevkarên xwe yên li herêmê biparêzin."
Jêder: CENTCOM