CENTCOM'ê Derbarê Kuştina Fermandareke HSD'ê Çi Got?

Wêne: arşîv

Fermandarîya Hêzên Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) îro Yekşemê derbarê kuştina fermandareke Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û du şervanên din yên jin peyamek belav kir.

CENTCOM'ê li ser Twittera xwe got ku Selwa Yûsif (Jiyan Efrîn), cîgira fermandarê giştî yê HSD'ê 22'ê Tîrmehê li nêzîkî bajarê Qamişlo di êrîşekê de hate kuştin.

Fermandarîya Hêzên Navendî ya Amerîkî dîyar kir ku Yûsif rêbereke girîng bû di şerê dijî DAIŞ'ê û têkbirina îdyolojîya tund ya wê rêxistinê de.

CENTCOM'ê herwiha sersaxîya malbatên hersê şervanên jin, gelê bakur û rojhilatê Sûrîyê, û hevparên xwe yên HSD'ê kir.

Fermandarê giştî yê HSD'ê Mezlûm Ebdî di twîtekê de îro Yekşemê ragihand ku sê şervanên jin yên HSD'ê, Jiyan Efrîn, Roj û Barîn di êrîşekê de ji alîyê Tirkîyê ve hatin kuştin.

Hikûmeta Tirkîyê ti daxuyanî derbarê vê êrîşê nedaye, lê artêşa Tirkîyê roja Înê ragihand ku wê du endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bakurê Sûrîyê kuşt bêyî ku nasnameya wan dîyar bike.

Li gor raportan, di dema dawî de artêşa Tirkîyê bi dronan hejmarek ji rêberên HSD'ê li bakur û rojhilatê Sûrîyê kirine armanc.