Bingeha Amerîkî ya li Rojhilata Sûrîyê Bû Armanca Êrîşeke Roketî

Fermandarîya Navendî ya Amerîka (CENTCOM) ku îro Çarşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku dijî bingeheke wê ya li rojhilata Sûrîyê êrîşeke roketî hatiye kirin.

CENTCOM dîyar kir ku 2 roket li bingehê ketine, lê di encama êrîşê de ti zararên canî û madî çênebûne.

Berdevikê Fermandarîya Navendî ya Amerîka Joe Buccino got ku êrîşên vî rengî hêzên wan û gelê sivîl dixe metirsîyê û aramî û ewlehîya Sûrîyê û heremê têk dibin.

CENTCOM got ku endamên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya hevkara wê, çûne qada ku rokêt ji wirê hatine avêtin û li wir roketeke din ku nehatiye xebitansin dîtiye.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku rokêt ji alîyê eşîrên Ereb yên xwecîhî yên ser bi Îranê ve hatine avêtin.

Heya niha ti kes berpirsîya êrîşê ranegihandîye, lê li rojhilata Sûrîyê carna bingehên hêzên Amerîkî rastî êrîşên bi rokêtan yan jî hawanan tên û torên veşartî yên Dewleta Îslamî (DAIŞ) jî li wê herêmê aktîf in.

Êrîşa îro di vê demê de tê ku Îran û hevbendên wê yên li herêmê, bo salvegera sêyê ya kuştina serfermandarê hêza Quds ya Îranî Qasim Silêmanî merasîman dar dixin.

Silêmanî di êrîşeke dronî ya Amerîka de, sê sal berê li Bexdayê hatibû kuştin.