CENTCOM Dibêje Wan Zincîreke Êrîşan li Dij Kampên DAIŞ'ê li Sûriyê Pêkanî

Arşîv: Hejmarek leşkerên Amerîkî li herêma Manbij, li Sûriyê.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM), ku çavdêrîya hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn dike, roja Şemîyê ragihand ku wan serê sibeya Înê dest bi êrîşên esmanî li dijî çend kampên DAIŞê li Sûrîyê pêkanîne.

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Fermandariya Navendî ya Amerîkî (Centcom) ve hat belavkirin, tê gotin ku êrîşên esmanî "dê şiyana DAIŞê ya plankirin, organîzekirin û pêkanîna êrîşan li dijî Amerîka, hevalbendên wê, hevkar û sivîlên li herêmê û derveyî wê têk bibe."

Daxuyaniyê amaje bi wê yekê jî kir, ku hêzên Amerîkî hêjî ziyanên wan êrîşan li dij çekdarên DAIŞê dinirxînin, lê di heman demê de tekez kir ku di êrîşê de ziyanên canî bi sivîlan neketine.

Amerîka nêzîkî 2500 leşker li Iraqê û nêzîkî 900 leşker li welatê cîran li Sûriyê hene, wek beşek ji hevpeymaniya ku di sala 2014an de ji bo şerê DAIŞê hatbû ava kirin cih digirin.


Di raporekê de ku Çileya borî hat weşandin, Neteweyên Yekbûyî got ku texmînên wê diyar dikin ku rêxistina tundrê DAIŞ, hîn "di navbera 3,000 û 5,000 çekdaran de" li Iraq û Sûriyê hene.

DAIŞ’ê di sala 2014’an de herêmên berfireh li Iraq û Sûriyeyê dagir kirbûn û bi rêbazên hovane yên ku kuştin, destavêtin û qirkirinê li dij sivîl û civakên kemanî li herêmê pêkanî bûn, bi mîlyonan mirovên li Rojhilata Navîn tehdîd kirin.

Di dawiya sala 2017an de, Bexdayê "serkeftin" li dijî wê rêxistina tundrê ragihand, lê hin şanên wê hîn li çend deveran çalak in û êrîşan pêk tînin ku hêzên ewlekarî dikin armanc, bi taybetî li deverên dûr li derveyî bajaran.

Ji aliyeke din ve Hêzên Sûriya Demokratîk bi pêşengiya şervanên Kurd û bi piştevaniya Washintonê ragihand ku DAIŞ ji asêgehên xwe yên dawî li Sûriyê di sala 2019an de ji aliyê erdnîgarî ve hatiye şikandin.

Koordînatorê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ji bo hevpeymaniya navdewletî ya jinavbirina DAIŞê, Alan Matney, vê hefteyê hebûna stratejî û planên nû yên hevpeymaniyê ji bo rûbirûbûna metirsiyên wê rêxistinê li ser cîhanê eşkere kir.

Matney got, li gorî raporteke ku roja Pêncşemê li ser malpera Pentagonê hat weşandin, ku DAIŞ êdî "serweriya herêman nake", lê îdyolojiya ku rêxistin pesnê xwe dide hîn jî heye, û pêdivî bi hevpeymaniyeke navdewletî heye ji bo rûbirûbûna van gefan.