CENTCOM di hesaba xwe ya fermî ya Xê de kuştina hejmarek berpirsên rêzxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ0 di operasyonek hevbeş de li rojavayê Îraqê piştrast dike.
Hêzên Fermandeya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) û Hêzên Ewlekariya Îraqî roja 29ê Tebaxê êrîşeke hevbeş li Rojavayê Iraqê pêk anîn, tê de 14 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
CENTCOM di daxuyaniyekê de dibêje "Vê operasyonê serkirdeyên DAIŞê kirin armanc û şiyan û planên DAIŞê têkbirin, ku bikarin plan û pêkanîna êrîşan li dijî sivîlên Iraqî û hemwelatî, hevalbend û hevkarên Amerîkî li seranserê herêmê û derveyî wê encam bidin."
𝗖𝗘𝗡𝗧𝗖𝗢𝗠 𝗰𝗼𝗻𝗳𝗶𝗿𝗺𝘀 𝗜𝗦𝗜𝗦 𝗹𝗲𝗮𝗱𝗲𝗿𝘀 𝗸𝗶𝗹𝗹𝗲𝗱 𝗶𝗻 𝗿𝗮𝗶𝗱 𝗽𝗮𝗿𝘁𝗻𝗲𝗿𝗲𝗱 𝘄𝗶𝘁𝗵 𝗜𝗿𝗮𝗾𝗶 𝗦𝗲𝗰𝘂𝗿𝗶𝘁𝘆 𝗙𝗼𝗿𝗰𝗲𝘀 𝗶𝗻 𝗪𝗲𝘀𝘁𝗲𝗿𝗻 𝗜𝗿𝗮𝗾U.S. Central Command (CENTCOM) forces and Iraqi Security Forces conducted a partnered raid in… pic.twitter.com/0XMXjKODne
— U.S. Central Command (@CENTCOM) September 13, 2024
Di çarçoveya nirxandina piştî êrîşê de, CENTCOM dibêje " Ew dikare piştrast bike ku çar serkirdeyên DAIŞê hatine kuştin, di nav wan de: Ehmed Hemîd Hisên Ebdulcelîl el-Ithawî, berpirsê hemû operasyonên li Iraqê, Ebû Hemam, berpirsê çavdêriya hemû operasyonan li hemî Rojavayê Iraqê Ebû Elî Tûnisî berpirsê çavdêriya pêşketina teknîkî û Şakir Ebûd Ehmed El-Îsawî berpirsê çavdêriya operasyonên leşkerî li Rojavayê Iraqê.
General Michael Erik Kurilla, Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî, got "CENTCOM pabendî têkbirina domdar ya DAIŞê ye, ku berdewam gefan li Amerîka, hevalbend û hevkarên me û li aramiya herêmî dike."
CENTCOM dibêje "Ji ber ku nirxandina êrîşê berdewam dike, dê zanyarî û datayên nû ser encamên operasyonê werin raginadin."
Jêder: CENTCOM/Reuters