Fermandarê CENTCOM ligel Rêberên HSD li Sûrîyê Dicive

Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî Erik Kurilla.

Fermdarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) ragihand ku fermandarê wê îro Sêşemê li Sûrîyê bi rêberên Hêzên Sûrîya Demokratîk re kom bû.

General Michael Erik Kurilla, Fermandarê hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn, ligel fermandarên HSD'ê, li gor daxuanîyeke CENTCOM'ê.

Kurilla herwiha ligel hêzên Amerîkî li çend bingehên li Sûrîyê civîya.

Di serdana xwe de fermandarê CENTCOM'ê nirxandina dawî derbarê pîvanên parastina hêzên Amerîkî wergirt, li vê dema ku guhertinên bilez li Sûrîyê çêdibin. Li gor CENTCOM'ê, Kurilla herwiha derbarê hewlên berdewam jibo rêgirtina li ber DAIŞ'ê ku sûdê ji rewşa heyî neke, agahî wergirt.

CENTCOM'ê diyar kir ku ew jibo hewlên têkbirina mayinde ya DAIŞ'ê pêgir e.

Ev cara yekê ji dema ketina rejîma Sûrî ve Yekşema borî ku karbidestekî leşkerî Amerîkî yê payebilind serdana Sûrîyê dike.

Piştî ketina rejîma Serokê Sûrî yê berê Beşar el Esed, Serokê Amerîkî roja Joe Biden Yekşemê ragihand ku ewê hêzên Amerîkî li Sûrîyê bimînin da ku erkê têkbirina DAIŞ'ê bidomînin.

Leşkerîya Amerîkî ragihand ku firokên Amerîkî Yekşemê li 75 armancên DAIŞ'ê li naverasta Sûrîyê da.

CENTCOM'ê herwiha da zanîn ku Kurilla di vê serdana Rojhilata Navîn serdana Îraqê jî kir û ligel Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa el Sûdanî û karbidestên din li Bexdayê kom bû.