Di nav rojên dawî de gelek raport belav dibin ku endamên DAIŞê bi dehan sîvîlên Kurd yên li gundên bajarê Babê revandine.
Sernivîskarê rojnameya Ronahî li Efrînê, Cemîl Reşîd, ku wê herêmê baş nas dike, revandina gundîyên Kurd bi rewşa şer girê dide.
"Çeteyên DAIŞê li hember QSD, YPG û YPJ şikestinên mezin dixwin, loma jî dixwazin heyfa xwe ji sîvîlên Kurd rakin."
Reşîd dide zanîn wî bi malbatên kesên revandî deng kiriye,lê wan jî ti agahî jî merivên xwe nestandine.
Reşîd bal dikşîne ku tevî tunebûna derfetan û nebûna alîkarîya navnetewî, Kantona Efrînê bi hezaran sîvîlên Ereb dihewînin, lê sîvîlên KLurd jî bi wî awayî têne revandin.
Your browser doesn’t support HTML5
***
Kerem kin vîdyoraporta ser vê nûçeyê jî temaşe bikin:
Your browser doesn’t support HTML5