Şeva burî çekdarên DAIŞ'ê ji çend aliyan de êrîş bir ser nehya Celewla ya girêdayî parêzgeha Diyala, şerekî giran di navbera wan û hêzên ewlekarîya Îraqê de qewimîn. Herwiha tevgera DAIŞ'ê li aliyê rojavayê parêzgeha Kerkukê xurt bûye.
Mihemed Saman, rêvebirê asayîşa nehya Celewla got"DAIŞ'ê êrîş aniye ser xalên leşkerî yên di navbera Celwla û Xaneqîn de, şer û pevçûn qewimîne û 5 polîs birîndar bûne".
Saman dîsan dibêje"paşan çekdarên DAIŞ'ê ji aliyek din de êrîşa deriyê Celewla kiriye li wir 2 leşker hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne".
Li gor axiftina berpirsê asayîşê hejmarek zêde ya çekdarên DAIŞ'ê d nava daristan û gundên dewrûberên Celewla de heye, di heman demê de Îraqê jî taborek endamên Heşa Şaabî ji Başûrê Îraqê anîne dewrûberên Celewla û Xaneqîn li parêzgeha Diyala.
Alî Husên, peyvdarê Heşda Şaabî li bakur got"şeva burî, çekdarên DAIŞ'ê li rojavayê Kerkuk liv û tevgerek zêde hebû, hêzên Îraqî jî ketine di rewşa amadebaşiyê de".
Your browser doesn’t support HTML5