Artêşa Îraqê: 25 Çekdarên DAIŞ'ê yên Jin li Mûsilê Hatin Girtin

Leşkerên Îraqî rizgarkirina Mûsilê pîroz dikin

Artêşa Îraqê ragihand ku di operasyoneke li Bajarê Kevn ya Mûsilê de, 25 çekdarên DAIŞ’ê yên jin, li tunelekê hatine desteser kirin.

Karbidestên artêşê dîyar kir ku ji çekdarên jin 3 Tirk, 5 Alman, 3 Rûs, 2 Kanadayî, 1 Çeçen û yên din jî hemwelatîyên Lîbya û Sûrîyê ne.

Artêşê da zanîn ku li ser çekdarên jin, hin çek û kemberên xwekuştinê hebûne.

Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî, di 10’ê Tîrmehê de rizgarkirina Mûsilê ragihandibû.

DAIŞ, di Hezîrana 2014’an de êrîşî Mûsilê kiribû û di demeke kin de kontrola bajêr bi dest xistibû. Rêxistina tundrê, li Mûsil û li temamê Îraqê ji hêza xwe ya berê ketîye û tenê hin herêmên li nêzî sînorê Sûrîyê di destê wê de maye.

Pisporên cengê dibêjin ku ewê DAIŞ vekişe herêmên çolan yên li rojavayê Îraqê û li wir êrîşên bi rêbazên gerîlla pêk bîne.