Êzîdîyên Efrînê, ku ji cih û warên xwe hatine koçber kirin, bi aheng û merasîmên olî Cejna Xizir Îlyas anku Cenjna Bêxwînê li Şehba pîroz kirin.
Êzîdî berî cejnê sê roj rojî digirin û di roja çarê de, ku Pêncşema yekê ya meha Şibatê li gor salnameya şerqî, roja cejnê ye.
Hevserokê Yekîtîya Êzîdîyên Efrînê Mustefa Nebo bal dikişîne ku cejna Xizir Îlyas pir kevnar e.
Ji dema ku Kurdan li Zagrosan çandin kirine û şaristanî ava kirine ev cejn heye. Ev cejneke xwezayî ye ku tê de erd xwe nû dike”.
Di vê cejnê de, ku wek Cejna Mirazan jî tê nasîn, xwarina bi navê Bêxwînê tê belav kirin. Qîz û jin herî kêm ji 7 cureyên teneyan (wek genim, ceh, nîsk, nok, garis, berverok) xwarinekê hazir dikin û li gencan û bawermêndan belav dikin, ku mirazên wan bi cîh werin.
Dayîka Êzîdî ya bi navê Henanê Nasiro wiha girîngîya Bêxwînê rave dike:
“Qîz û law bêxwînê, bê ku avê vexwin bi nîyeteke zelal û hizreke pak dixwin û miraza wan pêk tê. Bawerîya me bi vê cejnê heye, em pê şa dibin. Hêvîya me ev e ku em vê cejnê sala tê li Efrînê pîroz bikin.”
Di beşeke din ya merasîma pîrozkirina cejnê de mûm tên pêxistin, nimêj û nîyazên olî jî tên xwendin, herwiha sitran tên sitrandin û govend jî tê gerandin.
Keça Êzîdî Medya Cawîş bawer dike ku ev cejna ku ji bav û kalên maye, divê were parastin. “Emê li ser şopa wan bin û çanda xwe biparêzin. Em dibêjin ku Cejna Bêxwînê cejna hezkirinê ye. Emê di hindurê xwe de biçînin û bi dor xwe re zêde bikin”.
Ciwanê Êzîdî Samir Cawîş jî dibêje ku miraza wî ew e ku ew gîş li Efrînê bin û li wê derê Bêxwînê bixwin.
Your browser doesn’t support HTML5