Li Tirkîyê Niha jî Helbestên Cigerxwîn Dibin Mijara Lêpirsînê

Zanîngeha Alparslan a Mûşê derheqê Profesorê alîkar M.E.P. yê beşa Wêje û Zimanê Kurdî de lêpirsîn da destpê kirin. Mamosteyê Beşa Kurdî jiber ku di dersê xwe de berhemên Cigerxwîn, Arjen Arî û Fatma Savcî li şagirta daya xwendin, rastî lêpirsînê hat.

Beşa Edebîyatê yê Zanîngehê, bi îdiaya di berhemên helbestavanê navborî de “pêyamên sîyasî û îdeolojîk” hene û bi derdayîna ser van helbestan; mamosteyî bi binpêkirina madeya 2547 a xala 4’ê ya qanûna Sazîya Xwendina Bilind (YOK), sûcdar dike.

Rêvebirîya zanîgehê derheqa M.E.P de bîryara lêpirsînê û rawestandina dersdayîna da. Tevî ku li gor rêziknameya YOK’ê nepêyvîra Dekanê Edebîyatê be jî, li ser rawestandina dersên mastirê yên di beşa civakzanîyê de jî heman biryar da.

Baroya Mûşê li ser lêpirsîna dijî mamostê beşa wêje û zimanê Kurdî daxuyanîyek belav kir û bertek nîşa da.

Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk ji Dengê Amerîka re got ku ev lêpirsîn bê bingehe loma mîna lêpirsînên demên borî wê vala derkeve.

“Em dizanjn ku li heman zanîngehê bi navên cuda cuda lêpîrsînên wiha hatibûn kirin, lê jiber ku bê bingeh bûn hemî jî pûçbûn û vala derketin. Lê dîsa jî hebûna van lêpirsîna dibe sedema çavtirsandinê. Herwiha ev dibe sedema ku mamoste xwe ewle nebînin û karê xwe bi profesyonelî nekarin bikin. Ev lêpirsîna herî dawî jî, yek ji van mînakan e.”

Li gor agahîyên ku Dengê Amerîka bi dest xistine, li ser van berheman ev deh sal in perwerde tê dayîn. Lê serê salê heman beşê dersên mecbûrî yên Kurdî ji 5an daxistîye 3 dersan û li hember mamosteyên beşê bi îdiayên cuda lêpirsîn vekirine.

Karaçelîk bal dikişîne ser berhemên ku bûne sedema lêpîrsînê û got ku jixwe ev pirtûk bi destûra Wezareta Çandê ya Tirkîyê hatine çap kirin.

“Jixwe ev berhem di pirtûkxaneya zanîngehê de hene û bi destûra wezaretê hatine çapkirin. Bi awayek hiqûqî derheqê van berheman de biryara ‘komkirinê’ yan jî ‘qedexekirinê’ tuneye. Mamoste jî dema li ser helbestên modern dersan dide, mecbûre ku li ser van berheman xwendinê bike û bide xwendevanên xwe. Ev lêpirsîn nakokîyek mezin e.”

Beşa Wêje û Zimanê Kurdî di 2012’an de li Zanîngeha Alpaslan a Muşê hatibû vekirin û di sala 2013-2014’an de dest bi perwerdeyê kiribû.

Lê, Karaçelîk dibêje ku ev lêpirsîn dide nîşandan ku rêvebirîya zanîngehê hin jî armanca vê beşê fêm nekirîye.

“Çawa ku em nikarin wêjeya Tirkî bê Nazim Hîkmet bifikirin, em nikarin wêjeya Kurdî jî bê Cîgerxwîn bifikirin. Ti kes nikare Cîgerxwîn ji wêjeya Kurdî veqetîne. Ev lêpirsîn nîşan dide ku rêvebirîya zanîngehê çiqas ji naverok û armaca vê beşa Kurdî dûr e.”

Li ser lêpirsîna zanîngehê, Dadgeha Îdarî dê li doza mamosteyê Kurdî binêre û baroya Mûşê jî dê vê mijarê ji nêzve dişopîne. Lê, Baroya Mûşê yêkser daxwaz dike ku ev lêpîrsîn were betal kirin jiber ku ew li gor qanûnên Tirkîyê naveroka lêpirsînê vala û bêbingeh dibîne.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_01_21_2025_Cegerxwin_Lepirsin