Rojnamevana Îtalî Cecilia Sala li Îranê Hatîye Girtin

Girtîgeha Evin ya navdar a Îranê

Wezareta Derve ya Îtalyta Îro Înê ragihand ku, rojnamevaneka Îtalî zêdetirî hefteyekê ye li Îranê girtî ye.

Îtalya dibêje roj 19ê mehê li Tehranê hatiye girtin û ew doza girtina wê "bi baldarî" dişopînin.

Cecilia Sala, ya 29 salî ya ku ji bo rojnameya Il Foglio û ji bo saziya podcast Chora Media dixibete ji aliyê polîsan ve li Îranê hatîye girtin.

Daxyuyaniya wezareta derve ya Îtalya dibêje, "hikûmet bi karbidestên Îranê re kar dike da ku rewşa qanûnî ya girtina Cecilia Sala zelal bibe û lêkolîn ser sedema girtina wê werin kirin."

Saziya Chora Media di daxuyaniyeke taybet de ser girtina rojnamevan got ku Sala li girtîgeha Evîn a Tehranê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û tu sedem ji bo girtina wê nehatine dayîn.

Di derbarê girtina wê de tu tekezkirinek ji aliyê berpirsên Îranê ve derneketî ye.

Ne diyare ka girtina Cecilia têkliî bi aloziyên vê dawiyê yên di navbera Roma û Tehranê de heye yan na, piştî ku Îranê hefteya borî jiber fermana girtina du welatiyên Îranî li Îtalya û paşî girtina kesekî ji wan li ser daxwaza Washingtonê.

Îranê bangî dîplamtekê payeblind yê Îtalî û Balyozê Swîsre li Tehranê yê ku berjewendiyên Amerîka li Tehranê diparêze kirbû, derbarê girtina welatiyên Îranî li Îtalya.

Chora Media dibêje rojnamevan Sala 12ê Kanûna Duyê ji Romayê çûye Îranê, li wî welatî çendîn hevpeyvîn pêkanîn û sê beş ji podkasta xwe ya bi navê "Stories" çêkirin û weşandin. Ew diviyabû di 20ê Kanûna Duyê de vegere Romayê, Chora got.

Balyozê Îtalyayê li Îranê roja Înê li girtîgehê serdana Sala kir, û wê îmkan hene ku bi telefonê bi malbata xwe re biaxife.

Chora Media got nûçeyên girtina wê derhal nehatin eşkere kirin jiber ku malbata wê û karbidestên Îtalî dixwestin veşartî bimîne da ku alîkar be jibo ku zû serbest were berdan.

Jêder: Reuters