Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ragihand ku li Amerîka heta niha pirtir ji 10 mîlyon kesan vaksînên vîrusa korona li xwe dane.
Kempeyna vaksînkirinê ya li Amerîka di nîvê Berfanbarê de destpê kiribû.
Li gor rapora CDC’ê, di mehekê de hejmara kesên vaksîn li xwe dane gihişt 10,2 mîlyonan.
Di bernameya vaksînkirinê de, berê karmendên saxlemîyê vaksînê li xwe didin, lê CDC’ê bang li rêvebirên eyaletan kir ku vaksînan berê kesên temenên wan ji 65’an zêdetir in jî bidin.
Li ser banga CDC’ê, rêvebirîya eyaleta California dîyar kir ku wan di bernameya vaksînkirinê de kesên temenên wan ji 65’an mezintir xistine rêzên li pêş.
Walîyê California Gavin Newsom da zanîn ku bi kesên temenên wan ji 65’an mezintir, 6,6 mîlyon kesên din yên li eyaletê dê vaksînan li xwe xin.
Amerîka heta niha bo vaksînên Pfizer-BioNTech û Moderna destûr daye û ji wan 30 mîlyon doz li eyaletan hatine belav kirin.
Wezîrê Saxlemî yê Amerîka Alex Azar dîyar kir ku wan dest bi belavkirina vaksînên din yên di destê wan de hazir in kirine.
Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Amerîka heta niha 23,2 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 386,996 kes bi wê mirine.