CDC Dibêje Hejmara Nexweşên ji Bakterîya E.coli li Amerîka Gihîştîye 104 Kesan

Karbidestên saxlemî yên federalî ragihand ku bi kêmî ve 104 kes jiber xwarina bu vîrusa E. coli nexweş ketine, 34 kes jî ji nexweşxane re hatine rakirin.

Navenda Kontrolkirin û Pêşîgirtina Nexweşîyan ya Amerîka (CDC) ragihand ku derketina jahrîbûna xwarinê ya E. coli bi pîvazên ser hamburgerên McDonald's yên bi nave Quarter Pounder ve girêdayî ye.

CDC da zanîn ku li Amerîka li 14 eyaletan bûyer hatine dîtin û li istana Colorado kesek mir û 4 kesên din jî jiber gazincên nexweşîya gurçikê rûbirû mane.

“Li Colarado herî hindik 30 bûyer li hatine tomar kirin û dû re bi 19 pêketinan Montana, bi 13 bûyeran Nebraska , li New Mexico 10, li Missouri û Utah 8, li Wyoming 6, li Kansas 3, li Michigan 2 û li Iowa, North Carolina Oregon, Washington û Wisconsin 1 bûyer hatine dîtin.

CDC bal kişand ku bûyerên nexweşîyê di navbera 12ê Îlonê û 21ê Cotmehê de hatin ragihandin û bi kêmî ve 7 kesên ku nexweş ketine gotîye ku wan li McDonald xwarin xwarîye.

CDC got ku pîvazên hûrkirî yên ku li ser hamburgerên Quarter Pounders çavkanîya îhtîmala derketina nexweşîyê bû.

CDC bak dikşîne ku bakterîya E. coliher sal dibe sedema 74 hezar pêketinan li seranserî Amerîka û zêdetirî 2 hezar kes dixe nexweşxaneyan û herwiha dibe sedema dora 61 mirinan.

Jêder: AP