Çavuşoglu Dibêje Lavrov Wê Serdana Tirkîyê Bike

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavuşoglu îro Sêşemê dîyar kir ku , Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov wê di 8’ê Hezîranê de serdana Tirkîyê bike.

Cavusoglu ragihand ku wê di serdana Lavrov de ser vekirina korîdora Deryay Reş jibo derfirotina genimê Ukrayna û hin mijarên din werin gotûbêj kirin.

Wî herwiha da zanîn ku balyozên Fransa û Almanya hatine gazîkirinê wezarete derve ya Tirk û rexne kirin; jiber xwepêşandanên li welatên wan yên ku ji alîyê komên ku Enqerê wek terorîst bi nav dike, têne darxistin.

Tirkîyê dibêje ku çalakîyên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) yek ji nerazîbûnên wê ye ku Swêd û Fînlandîya bibin endamê NATO’yê.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu ev daxuyanîyana îro di hevpeyvîneke vîdyoyî de ligel ajansa nûçeyan ya Anadolu ya dewletê de ragihand.