Çavuşoglu: Em Hewil Didin Wezîrên Derve yên Rûsya û Ukrayna Jinûve Bicivînin

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Pêncşemê ragihand ku Tirkîyê hewil dide wezîrên derve yên Rûsya û Ukrayna bicivîne.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezîrê Derve yê Mevlut Çavuşoglu ragihand.

Çavuşoglu got dibe ku civîna wezîrên derve yên Rûsya û Ukrayna heta du hefteyan çêbe.

Wezîrên Derve yên Rûsya û Ukrayna ji destpêka şer vir ve di rojên borî de cara pêşî bi navbeynkarîya Tirkîyê rûbirû li Antalya kom bûn.

Danûstandinerên Rûsya û Ukrayna vê hefteyê li Stenbolê kom bûn û karbidestên Ukraynî bo rawestandina dagirkerîyê hin pêşnîyazên nivîskî pêşkeşî berpirsên Rûs kirin.

Bi lihevkirinên li Stenbolê gerek hêzên Rûsya ji hin herêmên Ukrayna derketena, lê Çavuşoglu got ku Rûsya tam li gor biryaran tevnagere.

Çavuşoglu got her çiqas Rûsya tam li gor biryaran tevnagere jî bo aştîyê pêşdeçûne girîng xuya dibe.