Tirkîye û Îsraîl Wê Peywendîyên Xwe di Asta Balyozan de Bimeşînin

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlud Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Pencşemê got ku Tirkîye û Îsraîl hevbîr in ku bi gavên berbiçav dîyaloga erênî pêş bixin.

Çavuşoglu, piştî hevdîtina bi hevtayê xwe yê Îsraîlî Yair Lapid re li Enqerê di preskonferansa hevbeş de got ku Tirkîye û Îsraîl hevbîr in peywendîya dualî xurttir bikin.

Wî herwiha dîyar kir ku her du welatan dest bi xebatê kirine ku jinûve nûnertîyên xwe yên dîplomatîk di asta balyozan de bixebitînin.

"Emê di demeke kurt da serdanên du alî yên asta bilind bidomînin, Ez û Lapid di derbarê tehdîtên ser welatîyên Îsraîlî de jî di nava têkilîyê de ne," Çavuşoglu got.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid jî sipasîya Tirkîyê kir ku di pûçkirina plana gumanbar ya Îranê ya dijî Îsraîlîyan li Stenbolê alîkarî daye.

"Di hefteyên dawî de bi saya hevkarîya ewlekarî û dîplomatîk ya di navbera Îsraîl û Tirkîyê de jiyana welatîyên Îsraîlê hatin rizgar kirin," Lapid got.

Wî bi berdewamî got ku ew pêbawer in ku Tirkîye dizane ser vê mijarê de çawa bersîvê bide Îranîyan."

Îsraîlê hişyarî dabû welatîyên xwe ku jiber îhtîmala kuştin û revandina ji alîyê Îranê ve serdana Tirkîyê nekin.

Îranê jiber kuştina Albayekî Nobedare Şoreşê di 22’ê Gulanê li Tehranê berpirsên Îsraîlê tawanbar kiribû û soza tolhildanê dabû.