Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dîyar kir ku ger Amerîka dijî wan ‘’gavên neyênî’’ biavêje ewê bersîvê bidin.
Çavuoşoglu ser kirîna sîstema S-400 ji Rûsya da zanîn ku NATO nikare wan biparêze.
‘’Emê sekna xwe bo azadî û serxwebûna xwe bidomînin’’ Çavuşoglu got.
Wî bi berdewamî dîyar kir ku Yekîtîya Ewrupa (YE) dijî helwesta Amerîka ya li hember Tirkîyê ye.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê radigihîne ku piştî gotinên Çavuşoglu lîraya Tirkîyê li hember dolara Amerîkî daketîye.