Çavuşoglu: Rewşa Dawî ya Herêma Ewle li Sûrîyê Ne bi Dilê Me Ye

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dîyar kir ku ew ji rewşa dawî ya herêma ewle li bakurê Sûrîyê ne razî ne.

Çavuşoglu da zanîn ku wan bi awayekî eşkere ew nerazîbûn ji Amerîkîyan re gotiye.

‘’Ger em û Amerîka li hev nekin, emê rêxistina terorî ya li wê herêmê ji holê rakin,’’ Çavuşoglu li Enqerê got.

Enqere dixwaze ku Washington, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi temamî ji sînorê Sûrîyê dûr bixe û dijî wê hêzê gefan dixwe.

Li alîyê din, Washington Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku YPG pêşengîya wê dike, dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) wek hevalbendeke girîng dibînê.