Çavuşoglu: Karê Ser Herêma Ewle li Sûrîyê Encamên Xwestî Neanî

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Pêncşemê got ku danûstandinên wan yên derbarê rojhilata bakurê Sûrîyê bi Amerîka re encamên xwestî peyda nekirine, loma ewê bi serê xwe hîn pêngavan bavêjin.

Çavuşoglu ji televîzyona A Haber re got ku Tirkîyê ji Amerîka helwesteke rastîn û ji dil nedîtiye.

“Bi bawerîya me, prosesa berdewam ya ligel Amerîka wê ti encamên ku em dixwazin peyda neke. Agahîyên ku ji erdê tên wê nêrîna me xurt dike. Divê em bi xwe hîn gavan bavêjin ku rêxistina terorê ji ser tixubê xwe paqij bikin û penaberên Sûrî vegerînin wê derê.”

Enqerê û Washingtonê hevbîr bûbûn ku li ser sînorê Sûrîyê herêmeke ewle damêzirînin, lê Tirkîyê pêgirî dike ku divê em herêm heta 30 km li hindurê axa Sûrîyê be.

Enqere dixwaze ku Washington, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi temamî ji sînorê Sûrîyê dûr bixe û dijî wê hêzê gefan dixwe.

Li alîyê din, Washington Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku YPG pêşengîya wê dike, dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) wek hevalbendeke girîng dibînê.