Çavuşoglu: Tirkîye û Rûsya Daxwaza Agirbestekê li Sûrîyê Dikin

Mevlut Cavusoglu

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavusoglu îro Pêncşemê got ku welatê wî û Rûsya daxwaza agirbestekê li Sûrîyê dikin.

Cavusoglu bu hazirbûna hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov li bajarê Alanya ya Tirkîyê got ku her du alî hevbîr in ku agirbestek li Sûrîyê pêdivî ye ku dawî li trajedîya heyî bi dawî were.

Enqere û Moskow ji mêjve li du alîyên dijber ya kêşeya Sûrî disekinin û Mowkow piştgirî dide Serokê Sûrî Beşar Esad, Enqere jî piştevanîya serhildayan dike ku dixwazin Esad ji desthilatê bînin xwarê.

Di rojên dawîyê de hêzên Esad pêşdeçûnên girîng li rojhilata Helebê dest xistin û serhildayan ji gelek taxan derxistin. Di encama wan pêşdeçûnên de bi hezaran sîvîl cîh û warên xwe hêlan û ber bi deverên ewle ve revîn.

Lavrov jî li ser Helebê got ku heta ku bajar ji terorîstan were paqij kirin, welatê wî dê bi berdewamî piştgirî bide hikûmeta Sûrî.