Carter: 200 Komandoyên Amerîkî li Îraq û Sûrîyê Dijî DAIŞê Şer Dikin

Ash Carter û Wezîrê Berevanî yê Fransî Jean-Yves Le Drian

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ash Carter îro Pêncşemê got, niha 200 komandoyên Amerîkî li Îraq û Sûrîyê ne û êrîşên dijî armancên DAIŞê pêk tînin û endamên wê komê digirin yan dikujin.

"Hêzên me di rewşa hazir de bi hêzên nû re ku hevarmanc in, peywendî danaye û jibo şervanên xwecîhî yên zîrek û çeleng kanalên nû yên ragihandinê vekirine.”

Carter bi berdewamî dîyar kir ku yek ji armancên girîng yên komandoyên Amerîkî ew e ku jibo êrîşên esmanî û hemî êrîşên din hedefan destnîşan dikin.

Wî da zanîn ku koalîsyona navnetewî li Îraqê bajarê Mûsil û li Sûrîyê jî Reqa ji xwe re kiruye armanc ku ji destê DAIŞê derxîne.

Carter do Çarşemê ligel hevtayên xwe yên Fransî, Almanî, Brîtanî, Australyayî, Îtalî û Holandî civîyabû ku stratejîyeke hevbeş li dijî mîlîtanên DAIŞê destnîşan bikin.