Polîsê Silêmanîyê: Du Endamên PKK di Peqîna Trimbêlekê de Birîndar Bûn

Dîmeneke bajarê Silêmanîyê li Herêma Kurdistanê.

Du endamên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) di encama peqîna trimbêlekê de îro Sêşemê li bajarê Silêmanîyê birîndar bûn, polîs û jêderên ewlekarî ragihand.

Polîsan devera ku peqîn li qewimî dorpêç kirine û demûdest dest bi vekolînekê derbarê bûyerê kirine, du jêderên ewlekarî got.

Polîsan got ku het niha ne zelal e ev teqîn jiber bombeyekê bû yan jî jiber peqîna tanka benzînê bû.

Lê belê, jêderekî ewlekarî got ku peqîn di encama bombeyekê de hate holê ku di hundirê otomobîla endamên PKK’ê de hatibû danîn.

Hikûmeta Îraqê do Duşemê ragihandibû ku wê sê kesên girêdayî PKK’ê girtine bi gumana ku wan êrîş li seranserê welêt plan dikir, di nav de êrîşek ser borîyeke derfirotina petrolê li Herêma Kurdistanê.

Jêder: Reuters